Wezîrê Îsraîlî Ben Gvir: Divê Lubnan bi temamî bişewite!
Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben Gvir piştî eşkerebûna mirina çar leşkerên Îsraîlî li Lubnanê got, "Divê Lubnan bi temamî bişewite."
Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben Gvir piştî eşkerebûna mirina çar leşkerên Îsraîlî li Lubnanê got, "Divê Lubnan bi temamî bişewite."
Yek ji kesên sereke yên rastgiriya tund û hevalbendê sereke yê siyasî yê Serokwezîr Binyamin Netanyahu Ben Gvir piştî agahiya li ser mirina 4 leşkreên Îsraîlî li Başûrê Lubnanê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya AFP'ê Ben Gvir got, "Li gel hurmeta xwe ya ji bo Emerîkiyan, divê Îsraîl ji tevahiya cîhanê re ragihîne ku xwîna kurên me û ewlehiya welatiyên me ne mijara bazariyê ye. Divê Lubnan bi temamî bişewite."